• Home
  • NIRXANDIN
  • Xwerexnekirin çeka me ya herî pîroz e – Mehmed TÛNÇ

Xwerexnekirin çeka me ya herî pîroz e – Mehmed TÛNÇ

By on 11 Ocak 2022 0 184 Views

     Rêbertî dibêje: “Xwerexnekirin, bilindbûna ku mirov şaşî û kêmasiyên xwe bibîne ye. Bi awayekî giştî li hemberî pêşketinê, bi awayekî taybet jî di pêşengiya partiyekê de taybetmendiyên dihêlin ku kar ne bi awayekî saxlem û serketî, zeîf bibin, vala derkevin û her diçe rê li ber têkçûnê vedikin, di ber çavan re derbaskirin e. Dîsa bi çûna ser xwe re bi qasî dîtina wê wek tişta divê bê avêtin û mîna mirov bi kêrê qut bike, vê bi awayekî pir bi bawerî û heman demê mirov ji pêwîstiya wê yeqîn bike, ne wek ferzkirineke ji derve, wek hêmana nexweşiyeke ne layiqî xwe û mirov bilind nake bibîne, bi rêbazên guncaw derbas bike. Diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin ev e. Û ev bi awayekî xwe ji nû ve çêkirin e. Em gelekî wiha ne ku mimkun e, di cîhanê de divê herî zêde biçe ser xwe, xwe li ber çavan re derbas bike, eger mimkun be bi hêza xwe, xwe rast bike. Bêguman em gelekî wiha ne ku divê di pêvajoya xwerexnekirinê de cih bigire, xwe li ber çavan re derbas bike, hem jî bi awayekî pir bêrehm, bi salan bi xwe re mijûl bibe.”


     Wek gel bê çi qasî hewce ye, em di pêvajoyeke xwerexnekirinê ya wer berfireh de derbas bibin, wê daîmî bikin, îro hê baştir tê fêmkirin. Bi vê perspektîfa giştî re mirov bi sînor be jî lê binihêre, nayê fikirîn ku em li qada zindanê xwe li derveyî vê rastiyê bibînin. Her wiha di aliyê xwesertiya wê de jî li zindanê bi qasî ku bi tu deveran re neyê muqayesekirin misoger e hewcedariya me bi rexne û xwerexnekirinê heye. Qezenckirina îradeyê, bûyîna şoreşger, pêkanîna veguhertina kesayetê, bêyî mirov di nav çerxên zindanê û nexweşiyên wê de bê hûrkirin, xwe pêşxistin, bi şoreş, partî û şer re bûyîna yek bi awayekî din nayê fikirîn. Ya rastî mîna di mijarên din de jî, ne ku em mane û cihê xwerexnekirinê yê di nav jiyana partiyê de nizanin. Pirsgirêk ev e ku mirov vê weke serwextbûnê di xwe de ava bike û temsîla wê bike. Kompleks hene, îhtîras hene, hînbûn û xirûr heye. Û ev hemû jî têr dikin û zêde ne jî ku me ji hêza temsîlê dûr bixin.
Di xwerexnekirinê de hin şaşiyên bingehîn ên zêde tên bikaranîn mewzûbehs in. Hin heval xwerexnekirinê wek “xweweşandina ji gunehan” digirin dest. Bi awayekî pir rehet xwe rexne dikin, lê ne jidil in. Ji bo derbaskirina wê kêliyê ye û piştî derbas dikin jî her tişt mîna berê dewam dike. Di nuqteyên ku dibe xwerexnekirinê de tu guhertinek çênabe. Hin heval di asta zêde de bi awayekî mubalexe bi nêzîkatiyeke ku xwe 40 qat dixin bin erdê, kêmasî û şaşiyên di wan de nîn in jî dikin malê xwe û wê wek “xwerexnekirinê” difikirin. Bêguman şaş in. Divê sedema xwerexnekirinê hebe ku rolekî pêşketin, veguhertin û nûbûnê bilîze. Xwerexnekirineke bi wî awayî ji derveyî ku wê şîlo dike, hêsan dike û vala derdixe rolekî din nalîze. Kesên ji xwe nebawer û hurmetê nadin xwe, nikarin bi cesaret nêzî rastiyên xwe jî bibin û nikarin bi ser bikevin. Kesên wiha xwerexnekirineke baş û xurt bi qasî ku weke hilweşîn û tunebûnê dibînin di nav nêzîkatiyeke paşdemayî û şaş de ne. Kesên ku kesayeta xwe terkî tesîra bûrjûvaya biçûk an jî xirûra feodal-gundî kirine jî ji bo xwe rexne nekin, ji heft bîran avê dikişînin. Bi van nêzîkatiyên xwe, xwe dikin rewşeke ku hê zêdetir zehmetiyan bikişînin. Her wiha ne di wê ferqê de ne ku diyardeya têde ketine parastinê taybetmendiyên pergalê û dijmin in. Yekane pirsgirêka wan ev e ku xirûra wan zerarê nebîne, kompleksa wan neşike û ji bilî wê tofan be jî ne girîng e. Ne hewce ye em diyar bikin ku heman israr û înad di mijara parastina jiyan, têkilî û rastiyên partiyê de nayê nîşandan. Jixwe diyardeya xwe pêre rûbirû dikin ji derveyî jiyan û rastiya partiyê ne tiştekî din e.
Rêbertî dibêje: “Naxwe ev rastiyeke nikare were înkarkirin ku, rastiyeke me ya gelekî yê di asta cîhanê de divê herî zêde xwe rexne bike heye. Kesê divê herî zêde bi xwe re şer bike, kesê ku bi awayê, ez çima ketim vê rewşê, lanetê li xwe bibarîne, bi hêrseke mezin ji rewşa ketiye nav, ji her tişta dihêle xwe biecibîne nefret bike hebe, wê yekemîn gava pêşketinê jî bê avêtin. Di rastiya me de pêşketin hinekî jî wer dest pê dike. Zilamê ku li hember rebentî, îflas, hilweşîn, bêbingehiya xwe, hemû nirxên wî ku bi mirovatiyê re têne qutkirin li ber nakeve, hêrs nabe, hewce nabîne li ser mijûl bibe bê çima wer çêbû, vê li ber çavan derbas nake tune ye. Nikare tu karî bi ser bixe. Dikare bibe demagog, dibe ku bibe lûmpen jî. Dikare bibe axayekî qeşmer jî, hevkar jî, lê tu carî nikare bibe mirovekî bi rûmet. Ev jî navekî din ê rastiya me ye. Tevgera azadiyê, di vê çarçoveyê de navê, mirov bi vî awayî li rastiya xwe ya neteweyî û gel binihêre, rexneyeke mezin an jî ji bo wê hêrsek mezin hîs bike, xwe li erdê bixe, bihejîne, eger mimkun be di ber çavan re derbas bike û çareser bike. Dema destpêkê hinekî jî îfadeya hewldanên wiha ne. Tevgera xwerexnekirinê ya herî mezin e.”
     Em dibînin ku hewce ye xwerexnekirin çi qasî bi feraseteke kûr were destgirtin. Aşkera ye ku dîsa di vir de ji ferasetbûn, hevgirtîbûn û cidiyetê re bangek heye. Ya di me de tê jiyîn jî bêferasetî û nehevgirtîbûn e. Di mijara xwerexnekirinê de kes li ser hin kesên me re nîn e. Nêzîkatiyên kesên wiha mîna herî berçav a nehevgirtîbûnê ye. Wer diyar dike ku nêzîkatiyeke pir hurmetdar nîşan dide. Xwe rexne dike, hem jî bi tehlîlkirinan. Lê dema mijar dibe derbaskirina wê ya jiyanê, di pratîkê de temsîla wê, bicihanîna hewcedariyên wê, asê dimîne.
Kesên me yên wer qet ne kêm in. Beguman ev oportunîzm, durûtî, nehevgirtîbûn bi xwe ye. Li hember xwe û derdora xwe bêhurmetiya herî mezin e! Mirov dikare bêje, pirsgirêkeke kesayetê ye ya têde rehê namûsê qut bûye. Li zindanê taybetmendiyên kesayetên pir diaxivin, lê kêm dikin, gotinên xweş dikin, lê hewcedariyên wê nayînin cih, zimandirêj, demagog, bi awayekî herî berçav di şexsên wiha de xwe nîşan dide. Şoreşger, xwedî li soza xwe derdikevin! Ji ber maneya gotinê dizanin! Ev bi taybet ji bo Tevgera Azadiyê hê berçavtir e û xwedî maneyeke rêgezî ye. Tevgera me her tişt bi du gotinan daye destpêkirin û hê jî li gor şertên van gotinan têkoşîn dike. Gotin û soz ji bo me xwedî maneyeke ku di oxira wê de wê dinya bê xerakirin. Ev mijareke rûmetê ye. Di nêzîkatiya xwerexnekirinê de jî gotin û soz têkildarî derbaskirina şaşî kêmasiyan di maneya diyarkirina biryar û îradeyê de ye.
Rêya ku mirov şertên wê yên pratîk bîne cih ev e ku, mirov xwe bi awayekî zêde bixe nav lêhûrbûn û ponijandineke cidî. Di me de weke pir tê dîtin, rexne û soz tê besîtkirin, ji cewhera wê tê valakirin û bi hêsanî tê binpêkirin di mijara xirûra xwe derxe pêş, li gor têkiliyên me yên siyasî, rêxistinî û exlaqî de sûc e. Şoreşger tenê di nuqteyekê de pir bi xirûr in û tu carî ji vê tawîz nadin. Ev jî; armanc û rêgez şertê jiyan û têkoşînê ye. Ji derveyî wê xirûr, xisûseke ku divê bê avêtin e.
Bêguman bi awayekî tenduristî pêşxistina rexne û xwerexnekirinê, girêdayî mijara atmosfera wê çi qasî hatiye afirandin an na de ye. Ji bo vê hewce ye mirov jiyana partiyê bi awayekî yekpare bigire dest. Ji diyardeyên ku jiyanê diafirînin eger yek xerab be, diyardeyeke din wê bi awayekî tenduristî nexebite.
Mînak li cihekî ku perwerde li ser esasê armanc û rêgezan hatiye pêşxistin, rexne, xwerexnekirin û pêwendî bi cih dibin. Xwerexnekirin ne ev e ku mirov gunehan derxe û qet ne rizgazkirin û derbaskirina rewşê ye. Divê em bi vê nêzîkatiyê li diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin, bi awayekî wer berfireh, encamgir û vediguherîne binihêrin. Em hewl didin vê dest nîşan bikin.
Ev heman demê vê nîşan dide; eger mirov bi çeka rast a partiyê neçe ser qisûra hundirîn, kêmasiya hundirîn, mubalexeya hundirîn, hewesbaziyê, lumpenîzma hundirîn, bi nêzîkatiyeke rast a rêxistinî-siyasî di hundir de şerekî muezem û bi hostayî neyê meşandin, ev her biçe wê bigihêje asteke bi tehlûke. Wê demê bi zanebûna ku xwerexnekirin çekeke bilind û pîroz e, ji bo em wê li hember kêmasiyên xwe bi awayekî rast, encamgir û bêeman bi kar bînin divê em hê zêdetir xwedî hewldaneke erênî bin û hişyar bin.

Ev nivîs ji pirtûka Şehîd Mehmed TÛNÇ hatiye girtin.

Leave a comment

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.