spot_img

ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ AZADIYA GELÊ KURDE

RÊBER APO

Gava ku çareseriya demokratîk pêşnekeve, wê sê îhtîmal derkevin holê. 1- Dibe ku şerê gel ê şoreşger ê ku bi giranî şerê gerîlatiya çiya ye û gel jî di nav de ye, pêşbikeve. 2- Dibe ku li bajaran bi Konseyên Bajêr û Konseyên giştî yê Bajêr re, serhildanên bajêr ên bi tarzê serhildana sovyetîk û komîn pêş bikevin.  3- An jî wê bi gerîlatiya di tarzê şerê ji rê derketiye (yozlaşmiş) yê tê zanîn ku heya îro tê dewamkirin, bidome. Min behs kir ku ez ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan dixebitim, lê belê ger em bersiva van hewldanên xwe nebînin, ka wê çi biqewimin. Min îfade kir ka wê di rewşeke wisa de û bi hatina meha Adarê re çi pêşbikevin. Ev daxuyaniyên min ên derbarê meha Adarê de jî, ne bangewaziya şerekî ye.

Şerê gel ê şoreşger; an wê weke şerê gerîla yê qlasîk ji rê derbikeve yan jî ger li ser bingeheke rast were biserxistin, dê ji me re azadiyê bîne. Min her tim gerîlatiya ku nêzî 30 salin tê meşandin rexne kir. Ez naxwazim pir bi ser gerîla de biçim, ji ber ku ez dizanim gerîlatî pir zehmet e, fedekariyên pir mezin dixwaze. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e: gerîlatî wisa li Amedê ku herî zêde tu li wir birêxistinkiriyî, bi bombe danîna kêleka riyan û erebeyan re çênabe. Jixwe te li wir gel birêxistin kiriye, ma tu li wir çima pêwîstî bi çalakiyên wisa veşartî dibînî, çi feydeya vê heye?

Belê, divê bi vî tarzî nebe. Ji niha û pê ve feresata parastina cewherî ya ku wê were pêşxistin, her cure birêxistinbûna gel e, divê yekîneyên parastina cewherîn ên ku gel di nav de cih digrin, werin pêşxistin. Ya din jî dema ku ez dibêjim parastina cewherî, hertim çek tê fêmkirin. Pêdiviya civakên herî demokratîk jî bi xweparastinê heye. Ev nayê wateya çekê. Xwepêşandanên girseya demokratîk jî şêweyeke parastina cewherî ye. Bo mînak; ger li Amedê gel bi rojan weke Misrê ji kolanan dernekeve, daxwazên xwe bîne ziman, vaye wê demê dê aştî were. Wê demê binêrin ka dê AKP bimîne yan nemîne, vaye wê demê Erdogan bi xwe dê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze. Wekî din hêza wan jî heye ku bi milyonan kesî li Amedê bicivînin. Ev rêbaz jî parastineke cewherî ye. Ez li riyên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan digerim. Her ku cihê wê hatiye ez diyar bikim;  ev pêşketinên li Tûnûs û Misrê jî ev nîşan dan; min beriya bi salan û di paraznameyên xwe de diyar kiribû ku  salên 2000’î wê bibe bihara gelan. Pêşketin, vê pêşbîniya min piştrast dikin.

Pêşketinên li Misrê dibe ku li Tirkiyê jî rê li ber lêpirsînekê veke û bandor bike. Belê, dibe ku bandoreke wê ya wisa çêbibe. Em ji berê heya niha dibêjin ku dê rejîmên dîktator ên li Rojhilata Navîn bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk re werin derbaskirin. Çareseriya Konfederalîzma Demokratîk, yekane çareserî ye. Wekî din nirxandina min a meha Adarê jî şaş tê fêmkirin, bal kişandina destpêka meha Adarê jî ne îlana rojeke îsyanê ye. Berevajî vê, armanca me li vir pêkanîna çareseriya pirsgirêkê ye. Ger rêyên çareseriya demokratîk bixetimin, wê demê bixwazî nexwazî dê şîdet bilind bibe, ev tespîta rewşekê ye. Xitimandina riyên çareseriya demokratîk tê çi wateyê; tê wateya destpêkirina demeke ku digihîje heya qutbûnê.  Em dixwazin pêşiya vê bigrin û çareseriya demokratîk pêk bînin.  Hemû hewldana me ji bo vê ye. Ji bo ku çek ji dewrê werin derxistin, divê rêyên demokratîk werin vekirin. Divê bêçekbûn wisa were destgirtin. Beyî ku rêyên demokratîk vebin, behsa bêçekbûnê kirin, xeteriyek e.

Niha li pêşiya me du rê hene. Çareseriya destûra bingehîn a demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî. Di vebijêrka yekem de yanî di çareseriya destûra bingehîn a demokratîk de ev heye: Ev hemû protokolên ku hatine çêkirin, wê bikevin pratîkê, jixwe ev protokol tiştên pir berbiçav, eşkere û pêşîlêveker in. Ruhek û esasên van protokolan hene. Hikûmet wê van protokolan wekî heyî yan jî tiştên ku li ser van prensîb û esasan bike diyar bike û van bixe pratîkê. Di vebijêrka duyem de jî, ger çareserî bi pêş nekeve, wê şerê gel ê şoreşgerî destpê bike. Wê demê ne 3 hezar kes, wê 300 hezar kes werin girtin. Ne 50 hezar kes, wê 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bide. KCK jî dibêje; ji her cure îhtîmalê re amade ne, dikarin şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin û xweseriya demokratîk îlan bikin. 8 aliyên çareseriya demokratîk hene. Xweseriya demokratîk, tenê yek ji van e. Ger çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bi pêş nekeve, wê bi xweseriya demokratîk re 7 aliyên wê yên din jî bixin pratîkê.

Esasên şerê gel ê şoreşgerî diyar in. KCK dibêje ku dikare vê bike. Ger şerekî wisa bi pêş bikeve, wê rewşa şer û aloziyek mezin derkeve. Ger KCK nikaribe vê bike, ez ê wan jî rexne bikim, ez 30 sal in rexne dikim. KCK çekdar e, dizanê şer bike. Bila belav nesekinin û ewlekariya xwe bistînin.

AKP, nêzî çareseriyê nabe. Hikûmet, li hemberî Kurdan pir bi zalimtî hiqûq û qanûnan dixe dewrê û hewl dide wan tasfiye bike. Ev, rewşeke pir xeter e. Birêz Erdoğan, rewşa we ya îro dişibe rewşa Sedam a dema êrîşî Kuweytê kir. Emerîka, ya rastir Îngilîstan çawa ku berê Sedam da Îranê û paşê jî da Kuweytê, niha jî te rêdike Lîbyayê û Sûriyeyê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî çû ser Kurdên xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn li pişta we bi hêza Emerîkayê re li hemberî Kurdan şer dikin. A rastî, ev dafikek mezin e. Ev dafik, dafikeke ku ji bo we jî hatiye danîn e. Heman wekî Sedam. Sedam xistin defikê. Ez li vir eşkere bang li we dikim. Di heman demê de ji we re nameya min a eşkere ye. Neyên vê lîstokê. Tavilê vê bi dawî bikin. Berê xwe bidin çareseriya destûra bingehîn a demokratîk.
Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ya dimîne şer e. Em ê wê demê jî, bi kêfxweşî şer bikin.
Meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşgerî, ne ewqas hêsan e. Me hewl da ku em heya îro vê têkoşînê bi hêjayî bi cih bînin. Divê li hemberî van polîtîkayên sextekar, têkoşîna demokratîk û şoreşgerî were bilindkirin.

Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoyeke ku du aliyê wê hene ye. Aliyê yekemîn; di hevdîtinên ku ez bi heyetê re çêdikim de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk a ku em hewl didin bigihîjinê ye. Dema ku li vir ev hevdîtin û hewldanên min didomin, divê amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî jî ku aliyê duyemîn ê pêvajoyê ye, bidomin. Ji bo ku ez çareseriya destûra bingehîn bi pêş de bibim, divê KCK bi amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî re destek û piştgiriyê bide. Yanî, divê şerê gel ê şoreşgerî û xebatên çareseriya destûra bingehîn bi hev re bimeşin. Ji ber vê sedemê, em niha şerê gel ê şoreşgerî an jî şerê di asta navîn de esas nagirin. Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk esas digirin. Wekî min got; divê amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî û xebatên çareseriya destura bingehîn bi hev re werin pêşdebirin.

Heyetê di hevdîtina ku me çêkiriyê de behsa zoriyên pêvajoyê kir. Gotin ku vaye hilbijartin nû hatiye çêkirin, meclîs ne vekiriye, ji nû ve kombûna wê û avakirina hikumetê wê dem bigire. Li hemberî vê, ez jî dibêjîm ku zoriyeke din jî ya ku pêvajoyê dixe zoriyê heye. Ew jî dirêjkirina pêvajoyê ye. Dirêjbûna nediyariyê xeter e, di nav xwe de gelek rîskan dihewîne, min ev ji wan re jî got. Di vê wateyê de ev operasyonên leşkerî yên didomin, pevçûn û windahiyên çêdibin, dibin mijareke din a ku pêvajoyê dixe zoriyê. Divê baş were bikaranîn. Dikare baş bidine çapemeniyê jî. Ev pêvajo, her ku nediyarî dirêj bibe, dibe ku hatina çareseriyê jî zor bibe, rewşeke wisa dijwar heye. Ji ber ku pêvajo her dirêj bibe, pevçûnên çêdibin, wendahiyên tên jiyîn û girtinên tên çêkirin şensê çaresêriyê jî kêm dikin, dema ez dibêjim rewşa dijwar, ez behsa vê dikim. Vaye di bajaran de her roj bi dehan girtinên ku çêdibin, yek ji sedemên ku pêvajoyê dixe zoriyê û rîskê çareseriyê zêde dike ye. Bêyî ku cudahiya jin, zar û zêç were kirin, hema bêje wekî keriyan girtin çêdibin. Her roj li hin deveran 15-20-30 kes tên binçavkirin û girtin. Ev binçavkirin û girtinên wiha, ciwanan ji siyasetê qut dikin û berê wan didin çiyê, tevlîbûna gerîla jî zêde dikin. Vaye dema ez dibêjim xeteriyên dirêjbûna pêvajoyê, ya ku ez behs dikim ev e. Her ku pêvajo dirêj dibe, di vê wateyê de şansê çareseriyê jî kêm dibe. Yek ji van girtinan jî ne hiqûqî ye, ev bi temamî tewşiyek (saçmalik) e. Ma wisa bi hezaran kes di bin navê endamên rêxistinek veşartî ne, têne girtin û rêxistinek veşartî ya ku bi hezaran endamên wê yên sivîl hene çêdibe? Bi ser de jî, li ser yek ji van kesên ku hatine girtin çek mek jî tune ye. Berê di ser JÎTEM’ê re ev bi kuştinê dikirin, niha di ser polîsan re bi giştî digirin. Eşkereye ku AKP, bi asta jorîn a Ergenekonê re ku jê re tê gotin dewleta kûr re jî li hev kiriye. Ez di vê xalê de dixwazim bang li ciwanan jî bikim. Bila xwe wisa hêsan nedin girtin, tedbîrên xwe bistînin, wekî mîhan xwe nedin girtin. Divê ciwan di vê mijarê de xwe bi rêxistin bikin. An bila xebatan nemeşînin, an jî ger dimeşînin bila tedbîrên xwe bigirin. Bila xwe hêsan nedin girtin, ger pêwîst bike bila xwe bispêrin Gabarê. Wekî din, pêwîst nake ku di wan çalekiyan de wisa molotofan çawalêhato(gelişigüzel) biavêjin vir de wir de, ev jî mijareke ku pêvajoyê dixe zoriyê. Wê berxwedana wan a şoreşgerî çêbibe, lê ev ne avêtina molotofan bi çawalêhato vir de wir de ye. Ger pêşî li girtina ciwanan naye girtin, ev berpirsiyariya KCK’ê ye. Ez vê ji bo gerîla jî dibêjim. Ger biçin ser wan û êrîş bikin, wê bi derfetên di dest xwe de qat bi qat bersivê bidin. Ev her dem wisa ye. Bi misogerî ji bo ku xwe nedin tunekirin, wê xwe bi her awayî biparêzin. Ev parastina rewa ye.

Wê nirxandinek min a der barê dema dawî çêbe. Cara dawî wê li vir bi min re hevdîtinek din were çêkirin. Bi îhtimaleke mezin wê hefteya li pêşiya me çêbibe. Piştî 15’ê Hezîranê li pêşiya me sê vebijêrk hene. Vebijêrka yekemîn; vebijêrka ku heya îro bi awayê yekalî dewam kiriye û zêdetir rewşeke kaotîk nîşan dide ye. Rewşeke ku tam ne diyar e ka agirbesta yekalî heye an tine ye û zêdetir kaotîk dewam dike ye. Ez, behsa rewşa heyî ya ku ev çend salên dawî didome, dikim. Dibe ku ev rewş piştî 15’ê Hezîranê bidome. Di vebijêrkek wiha de, wê rewşa mehfkirina Kurdan a AKP’ê jî bidome.

Vebijêrka duyemîn; vebijêrka Qendîlê ye. Qendîl, şerê heyî derxistina şerê asta navîn e. Qendîl, PKK û KCK li ser pêvajoyê sekinîn û şer derxistina asta navîn e. Berê ji vê re digotin; asta navîn, niha çi dibêjin, ez nizanim. Ma hêzek wan a wisa heye, ma dikarin şer derxin asta navîn, ma ji vê re amade ne, ma xwedî hêz û amadekariya ku vê bikine, ez nizanim. Ev şerê asta navîn, parastina pasîf-aktîf û hwd. jî, di vê rewşê de têgehên nepêwîst ên ku wateya xwe winda dikine. Ez nizanim, di rewşeke wiha de wê dewlet jî li hemberî vê, Qendîlê li ber çavan bigire an negire. Dewlet jî wê li hemberî vê rewşê amadekariya xwe bike û rêbaza xwe pêk bîne.

Vebijêrka sêyemîn; meyla min e. Vebijêrka yekemîn meyl û helwesta dewletê, vebijêrka duyemîn meyl û helwesta Qendîlê, vebijêrka sêyemîn jî meyla min a çareseriyê ye. Vebijêrka seyemîn, projeya çareseriya demokratîk a ku min pêşkeş kiriye ye. Lê belê ji bo ku ez vê vebijêrka seyemîn pratîze bikim jî hin şertên min, ya rastir ne şertên min, lê hin koşulên min wê hebin. Ez van weke şert nadim pêş, lê belê ji bo ku ez vebijêrka sêyemîn bikaribim pratîze bikim, divê sê-çar koşulên wiha werin bicihanîn. Ez li vir ne di wê rewşê de me ku bikaribim rêbertiya pratîkî bikim, ji ber ku ez girtî me. Ne mumkin e ku şert û mercên niha hene jî, ez zêdetir bikaribim bidomînim. Ger dewlet girîngî bide vê meyla min a rêya sêyemîn û li ber çavan bigre, wê demê ez ê ji bo pêşketina çareseriya demokratîk bikevim dewrê û ya ji destê min bê bikim. Ez ji çareseriya ku di rewşeke wisa de bi pêş bikeve re dibêjim, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk. Ger ev çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bi pêş bikeve, wê li Tirkiyeyê gavên demokratîkbûnê yên girîng bi pêş bikevin. Girêdayî vê çareseriyê wê PKK jî were bêçek-kirin. Ez alîgirê çareseriya demokratîk û çareseriya destûra bingehîn a demokratîk im. Ger dewlet van koşulên min qebûl bike û derfetê bide çareseriya demokratîk jî, ez ê muzakereya vekirî û her tiştî bi awayê vekirî bimeşînim. Ger hefteya li pêşiya me bi min re hevdîtin çêbibe, dibe ku hinekî zelal bibe. Lê belê, divê AKP ji bo vê bidaxwaz be û çareseriyê bixwaze. Dibe ku dewlet jî tercîha xwe ji bo vê çareseriyê bi kar bîne. Lê belê na, ger AKP bêje; “ez ê her tiştî yekalî bikim”, ez ê jî bi misogerî vê qebûl nekim û xwe vekişînim. Wê vebijêrka yekemîn an jî duyemîn bikeve dewrê. Ya rastir, wê her kes hewl bide vebijêrka xwe bixe dewrê.

A rastî min wê di sala 2003’yan de rewşa heyî bi dawî bikira, ez di meyla ji dewrê derketinê de bûm. Wê demê PKK jî di meyla bi dawîkirina rewşa heyî û li hemberî AKP’ê rêbazên tundtir bikaranînê de bû. Lê belê ji bo ku AKP di desthilatiyê de nû bû, min xwest şensekî bidim wê. Min AKP asteng nekir. Tevî ku pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hebû, ma 2004 bû, min şer sînordar kir. Jixwe ji min re agahî şandin. Bi wesîleya ku sala duyemîn û sêyemîn a desthilatiya AKP’ê ye û nû ne û ji bo ku ji wan re hinek dem û firsend were dayîn bangewazî kirin. Min dîsa di vê mijarê de ji bo ku çareseriya demokratîk bikaribe were bi pêş xistin, firsend da wan, lê belê min fêm kir ku heya îro tim di meyleke mijûlkirinê de ne. Min baweriya xwe ya bi çareseriya demokratîk re û pêwîstiya wê jî li ber çavan girt û tim bisebr li bendê mam. Ger heya 15’ê Hezîranê daxuyaniyeke der barê ku wê kurdan jî tevlî çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bikin û çareser bikin nedin û gavek berbiçav neavêjin, ez ê şensekî duyemîn nedim AKP’ê û bi misogerî cara duyemîn şens nedim! Ger AKP bêje; “na, ez ê destûra bingehîn yekalî çêbikim, formula xwe pêk bînim û bi ya xwe bikim”, ev îlana şerekî ye. Li hemberî îlana şer jî, wê çawa bersiv were dayîn diyar e.

Di rewşek wiha de ez jî tê de ne Qendîl, ne BDP û ti kes wê nikaribe pêşiya gel bigire. Jixwe Qendîl wê helwesta xwe diyar bike. Min berê jî got; di rewşeke wisa de pêşiya gel girtin elçaxtî ye. Belê, ez heman wisa dibêjim; elçaxtî ye. Û di rewşek wisa de Qendîl jî BDP jî wê pêşiya gel negire. Ger ez jî pêşiya gel bigrim, pêşiya nerazîbûnên demokratîk ên gel bigrim, divê rexneyên pir tund ji min re jî werin kirin. Ez dubare dikim; ez alîgirê çareseriya demokratîk im. Lê belê ger pêşiya çareseriya demokratîk neyê vekirin, ez ê bi misogerî şensekî din nedim AKP’ê. Ger şensekî nedin çareseriya demokratîk, AKP formula xwe ferz bike, wê hejmara binçavkirin û girtinan a heyî qat bi qat zêde bibe û derbasî demeke pir bi êş bibe. Wê ji vê, dewlet û her kes zirarek mezin bibîne.

Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, wê dewlet û Qendîl beramberî hev bimînin, her kes rêbaz û çareseriya xwe ferz bike. Di vê rewşê de dibe ku hin di navberê de bimînin. Hin rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê yên ku dibêjin em di navberê de mane jî, dikarin xwe bispêrin KCD’ê û tê de cih bigirin. Di rewşeke wisa de KCD wê erka sîwan a beşên cuda û yên di navberê de mane bi cih bîne. Hin rêxistinên civaka sivîl dikarin di nav KCD’ê de xebatên xwe bimeşînin û tê de cih bigirin. Dikarin bi her du aliyan re jî hevdîtinan çêbikin, dibe ku kêmek jî be ji bo çareseriyê piştgiriyên wan çêbibin. Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, dibe ku şer û pevçûnek mezin biqewime. Wê her kes ji vê zirarê bibîne û winda bike. Di vê rewşê de KCD, wê disa xebatên xwe bidomîne. Tiştêkî pir zêde ku BDP jî bikaribe bike namîne, ya rastir, dibe ku tiştên bisînor ên ku bikaribe bike hebin. Dîsa jî bisînor jî be wê xebatên xwe bidomîne, tiştên ku bikaribe bike, wê bidomîne. Rewşa pêşketina çareseriya demokratîk jî, rewşa qewimîna şer jî, her du rewş jî, li gor berjewendiyên Kurdan in. Divê ji her du rewşan re jî amade bin. Ev, mijarên dîrokî ne, girîng in.

Son Yayınlar