Cumartesi, Temmuz 24, 2021
spot_img

Jiyan û şerekî Egîdan: Ji bo bîranîna Adil Küçük û Egîd Küçük

Adil zarokekî bi navê Nûda hebû. Dema diçe şer, ji hevjîna xwe re dibêje “piştî ez şehîd ketim, Nûda bide dayikamin, tu jî biçe serê çiya”. Lê hevjîna wî pir jê hezdike naxwaze wî winda bike û li pey wî de diçe. Adil xwe li hevjîna xwe aciz dike, kolanên tê de mezin bûyî nîşanî dike û jê re dibêje “di nav kolanên xirab bûyî de, li welatekî bindest de emê çawa evînekî jiyan bikin. Ji bo em azad jiyan bikin divê welatekî azad, nefesekî azad hebe.”

Heval Adil, min bi rêya hevalên xwe yên dibistanê sala 2007’an naskir. Adil û hevalên min di heman dibistanêde dixwendin. Bi çûyin û hatina bi me re hişt ku em hev baştir nasbikin. Pir caran li mitîng, dawet, çalakiyan de an jî taxê de em dihatin cem hev. Vê jî hişt em hev baştir nasbikin. Piştî van hevdîtinan em bûn hevalên hevdu. Em heman taxê de dijîyan. Li taxa me girek hebû, xelkê jê re digot “serê milê” an jî “girê evînê”. Di demên xweş de zarok, jin, zilam, ciwan û giştî malbat diçûn li wir seyranê. Em jî pir caran diçûn. Adil û hevalên wî dihatin cem me. Me dilîst, stran digotin û her wekî din. Samîmîyeta me hîn xurttir bû. Dema em li hev kom dibûn, di nav me de yê herî zêde dikenîya û diaxivî Adil bû. Di nav hevalên xwe de kesê herî bi coş û moral bû. Lê belê heman demê xwedî kesayetêkî  giran jî bû. Adil kesekî dilnizm, bi hurmet û fêmker bû. Di kolanan de dema diçû û dihat zarok, jin, kal û pîr herkes silav dikir. Rewşa wan dipirsîya û alîkarî dida gel. Dema malekî de karekî giran hebûya Adil bi hevalên xwe re her li wir bû. Hevalên Adil bijare bûn. Kesên mîna wî bûn. Zarokên bi çîrokên berxwedanê mezin buyî, zarokên welatparêz û feqîr bûn. Di malbatekî hejmarekî zêde de mezin bibû. Lê ez malbata wan zêde nasnakim. Ji xwe di nav malbatê de Adil û Egîd zêde dihatin hezkirin.

Egîd jî mîna Adil bû. Ciwanekî bi wêrek, bi hurmet û bi rêz bû. Min qasî Adil ew nasnedikir. Lê ev aliyên wî pir bala min dikşand. Di nav taxê de ew jî pir dihat heskirin û hember wî jî hurmet dihat nîşandan. Di şerê xwe de xurt bû. Pêşengtî ji ciwanan re dikir. Ji govendê pir hezdikir. Lewma li ku derê dawet an jî şahî hebûya Egîd li wir nav dîlanê de bû. Pir xweş pir bi estetîk dîlan digirt. Mirov dema Egîd di nav dîlanê de didît nikarîbû xwe bigirta. Dema wî dîlan digirt em jî yekser diketin nava dîlanê de. Egîd, rûken û xweş heval bû.

Min bi Adil re hevaltîyek rast û xweş jiyan kir. Pir caran karê nobetên taxê, çalakî û hwd. Me bi hevre dimeşand. Pir caran di kolanan de radiza. Ji bo dujmin bibû xof. Di çalakiyan de Adil bê tirs û pir zîrek tevdigerîya. Hevalên wî ne jê qut dibûn ne jî ew tenê dihiştin. Adil bawerî dabû hevalên xwe û bi wan re hevaltîyek rast dikir. Milê hevaltiyê de çi diket ser milê wî bêguman dikir û alîkar dibû. Fedakar bû. Adil jî pir bi hevaltîyê re girêdayi bû. Dema yek hevalê me nexweş bûya, Adil em hemî kom dikirin dibirin mala wî. Nav me de dihat guhdarkirin. Piranî plansaziyên kar wî çêdikirin. Ew jî pir hessas bû. Heman demê de pir bi kelecan bû. Carna xwe winda dikir. Çalakiyan de her li pêş bû, dema em diçûn cem wî em diqewitandin. Digot “hûn me biparêzin, ji bo dujmin kolanên din re neyê. Me hertim ev milê wî rexne dikir. Lê belê ew jî rik (inatçi) bû. Serhişk bû. Ne dixwest hevalên wî zerar bibîne. Her li pêşiya hevalên xwe dima. Adil dibistan dixwend. Lê guh nedida dibistanê. Ji dibistanê direviya diçû navenda partiyê.  Li wir kar dikir, dixwend û xwe pêşdixist. Malbatê her dixwest Adil bidin zewicandin. Ji Adil ditirsiyan ku bikeve zindanê. Ji ber vê Adil dijî malbatê derdiket. Hevaltî bêtir hezdikir.

Adil ji dibistanê qut bû. Dujmin pir ji Adil û hevalên wî ditirsiyan. Dema çalakiyan Adil û hevalên wî nedihiştin yek erebeyê dujmin (toma-fare-panzer û hwd.) bikeve Çemkûrkê’de. Her kolanekî de nobedar datînan. Tax, ji ber wan di nav ewlehiyê de bû. Gel ji wan ciwanan pir hezdikir, wan diparastin û alikarî didan wan.

Adil pir ciwanên ku li Cizîrê di rêyên ne baş de dianî nav hevalên xwe de wan re diaxivî û ew îkna dikirin. Ew ciwan ji wan rêyên ku dujmin dixwestin ciwanên Cizîrê ji çand û exlaq ê civaka xwe dûrbikeve de derdixist. Wan dixist nava kar de, rol û mîsyon dida wan. Ew jî êdî dibûn mînak di nav taxê de. Pir ciwan dema Adil didîtin ditirsiyan. Ji ber Adil hertim ew kontrol dikirin. Nedihişt ew bikevin xefka dujmin.

Dema diaxivî bijartî diaxivî. Hima her tişt rastgele ne digot. Ji ber li hember hevalên xwe hesas bû. Dilê tu kesî ji xwe nedihişt. Heman demê herkes jî hember wî wisa nêz dibû.

Piştî demekê hatibû zewicandin. Di çavên wî de xuya bû ku malbatê ew daye zewicandin. Lê belê wî jî dizani bû piştî demekê wê hezkirin jî pêş bikeve. Li hember jin nêzîkatîyê wî jî divê mirov bibêje. Tu carî jinan re bê hurmetî nedikir, dilê wan nedihişt. Hertim alîkar bû û her tim rexnedayîn dida me jinan. Ango zanebûna wî ne lewaz bû warê jinê de.

Dema berxwedanê de min jî zanî Adil wê xwedî warê xwe derkeve. Wê dîsa nehiştiba dujmin bikeve Çemkûrkê. Wek rojên berê wê cardin serhildêr bûya. Wê kîna xwe ya hember dujmin nîşan bikira. Adil ji mal, ji hevjîn, ji zarokan bêtir ji hevalekî xwe hezdikir. Kolanên ku tê de dibazîya, di nav herîya wê de lîstiyî, ango warê xwe. Ewê bibe parazvanê axa xwe ya pîroz. Ew warê ku her tim bi lehengî serî rakirî, bajarê ku eşqa Mem û Zînan şîn bûyî, gelê ku her bûyî xofa dilê dujmin wê parastiba.

Adil dildarê Cudî bû, xwest layîqê Cudî be û layîqê Cudî bû.

Adil zarokekî bi navê Nûda hebû. Dema diçe şer, ji hevjîna xwe re dibêje “piştî ez şehîd ketim, Nûda bide dayikamin, tu jî biçe serê çiya”. Lê hevjîna wî pir jê hezdike naxwaze wî winda bike û li pey wî de diçe. Adil xwe li hevjîna xwe aciz dike, kolanên tê de mezin bûyî nîşanî dike û jê re dibêje “di nav kolanên xirab bûyî de, li welatekî bindest de emê çawa evînekî jiyan bikin. Ji bo em azad jiyan bikin divê welatekî azad, nefesekî azad hebe.”

Dema van tiştan em dibihîsin hewce nake em behsa Adil bikin. Ji xwe Adil di dilde bûye canbexşê welatê xwe. Ew ne tenê bavê Nûda bû, bavê hemî zarokên Cizîrê bû. Ji bo xeyalên zarokên Cizîrê heta dawîyê şer kir.

Egîd jî wekî birayê xwe Adil heta dawîyê şer kir û şehîd ket. Pêwîste em xwedî vîn û tekoşîna wan derkevin û bibin şopdarê van qehremanan. Hevaltiya Adil û eşqa wî ya welat mirov nikare bîne ziman.

Jiyaneke wekî Egîdan jiyankiribe şerê mirov jî wekî Egîdan dibe. Adil jî wekî Egîdan jiyan kir û wekî Egîdan şer kir. Kurdistanê de her zarokek li kolanan de mezin dibe. Lê belê heskirina wan kolanan heta dawîyê dilê xwe de herkes nikare bigre. Lê Adil dilekî ew qas mezin hebû ku heskirina wan kolanan dilê xwe de mezin kir heta dawiyê. Welat ji bo wî her tişt bû û evînek hebuya jî wê li wî welatî de bûya. Welat dilê wî bû. Lê belê dujminan dilê wî esîr girtibûn, dilekî destê dujmin de nedikarî evînekî jiyan bikira…

Rêhevala Şehîd Adil û Şehîd Egîd

Son Yayınlar