Ji Kesên Meşaleya Azadiyê Radikin re

Têkoşîna Hebûn û Azadiyê bi Xweparastinê Pêkane

   Şîdeta ku li ser jinê tê meşandin berhemê hişmendiya deshilatiye. Mejiyê mêr-dewletê ji derveyî koletiyê ti jiyan dî ji jinêre nasnake. Jina ku...

Ji Kesên Meşaleya Azadiyê Radikin re

Zagonek ya xwezayê heye û ne hêza Gilgamêşan ne ya Sûltanan ne jî ya Pêximberan kariye biguhere. Hertişt, herkes ‘ Ji dayik dibe, mezin...

Daxuyanî û bîlançoya çalakiyên meha Cotmehê ya Tîmên Mîsîlemê

Em qonaxa herî girîng ya şerê xweyê azadiyê jiyan dikin. Navê vê pêvajoyê, pêvajoya bi destxistina azadiya meye. Gelê Kurd ji bo vê bi salan...

Tîmên Me Yên Mîsîlemê Otoparkek, 3 Weseyît û Kamyonek Şewitandin

Tîmên Mîsîlemê ya Şehîd Şirîn Kocakaya di çerçoveya 'Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran' de otoparkek, 3 wesayît û kamyonek şewitandin. Roja 14’ê Cotmehê li...

Zagonek ya xwezayê heye û ne hêza Gilgamêşan ne ya Sûltanan ne jî ya Pêximberan kariye biguhere. Hertişt, herkes ‘ Ji dayik dibe, mezin dibe, jiyan dike û dimire.’ Çiqas hinek kesa xwestibe bi mûcîzeyên ne rast bi xwapîne jî ev tişt îcar ne hatiye guhertin.

Ezê niha ji were behsa çîroka kesên ku dayik bûne û rexmê bê jiyanê ji jiyanê hez kirine û li ser mirinêde çûne bikim. Qralên soytari ji mirinê xirabtir tişt danibûn hemberî me. Di wî demîde bûyîna soytariyên wan jiyan kirinbû. Eger mû ji vêre bêje jiyan kirin… Kesên ku di qesrên bi zêran hatî dorpêç kiride bûyîna soytari ne pejirandî jî di jiyanêde israr kirin. Ez qala jiyan kirinê dikim rastî jîyan kirin, weke mirova, azad jiyan kirin…

Azadî bê berdêl ne dibû. Wan ji bo azadiyê berdêla herî mezin danîn pêşya çavê xwe û derketin dika dîrokê. pêwîst nake em ewqas dûr herîn divê em nêzikî xwe binêrin gelek nêzikî xwe.

Erê ez qala wan dikim, ew Şehîdên ku pîroziyê tînin bîrame. Ew canên me yên ku di nava kolanên teng yê bajarande di nava betonande azadiyê digerin. Li Sûrê, Cizîrê, Şirnexê û Geverê…

Wan hertişt danîn kêlekê û xwestin azadiyê nîşanî me bikinî me çiqas serê xwe kirbe nava axa derya ya me ya cahiltiyêde jî wan bi înat berxweda. Dijî dijmin û cahiltiya me. Çîroka wan xilas nebû ew ji bê dawiyêre bûn şop, bûn deng…

Jiyanê, xwestin bi rumet û bi azad jiyan bikin. Armanca wan ne soytaritî bû, ji bo bibin şervanên azad ketin vê riyê. Hinek hîn 18 salî bû, xeyalên hinek kasa hebûn ku nekarîn pêk bînin, bendawarê hineka, hêviyên hineka hebûn. Wan hertişt li paşxwede hişt û ji bo mifteya ku riya azadiyê vedike bide me ketin vê riyêde. Ji vê riya ku hinek kesên me ji stiriya ditirsa û ne ketê laşê wan ser û ber bû stîrî lê wan devjê bernedan.

Ji roja despêkê heta roja dawî ji bo paqij kirina gunhên mirovatiyê şerkirin. Ji mehelekê bang li hemû Cîhanê kirin. Tank, top hovên ku têhnî xwînê ne karîn wan bisekinînin. Bi jiyana wan ya ku ji evîndariya  azadiyêre hatî parkirin, yek saniye jî di riya xwede gun nedan derewan, zilmê, koletiyê û meşan.

Eger ev zagonek ya xwezayê yê em ji dayik dibin, mezin dibin, jiyan dikin û dimirin wê demê dihêja. Divê em ser navê jiyan kirinê ne kevin na cilên koletiyêde. Eger hîn mezin ne bûyîn zarok dimiriyan wê demê nefes standin divê ev qas ne hêsanba. Eger jiyanek ya me ku di berdêla wê mirin neba wê demê zêde wateya jiyan kirna me nîne. Bi hişmendiya vê ketin nava berxwedanek bê hempade. Deqeyekê jî ji derewên dijmin bawer nekirin. Dijminê me dijminê mirovatiyê ku xwîn vedixwarin bû. Ne bêjin ku jiyanek wan ya jiyankirinê nebû, halê herî xweş yê jiyanê li benda wanbû, ew, ew kesbûn ku dizanîn heta azadî ne be tû wateya jiyanê nîne.

Eger em di dawîde bimirin jî em di riya azadiyê de ya ku wan vekirîde û çi tiştê me dizîbin disa bînin û bimrin. Ev çîroka gelêkêye ku dixweze were tûne kirin. Bi temamî ji gelêkê rast hatiye dest girtin. Eger hîn ev gel li ser lingane bi saya van kesên ku ji bo azadiyê bedel dayîneye.

Û, ‘Eger jiyanek were jiyan kirin yan wê azad be yan jî wê îcar nebe’

Evrîm Andok