Warning: getimagesize(https://yps-online.net/wp-content/uploads/2020/05/son280-96.jpg): failed to open stream: HTTP request failed! HTTP/1.1 403 Forbidden in /home/ypsonlinab/www/wp-content/plugins/td-cloud-library/shortcodes/header/tdb_header_logo.php on line 792

Warning: getimagesize(https://yps-online.net/wp-content/uploads/2020/05/son280-96.jpg): failed to open stream: HTTP request failed! HTTP/1.1 403 Forbidden in /home/ypsonlinab/www/wp-content/plugins/td-cloud-library/shortcodes/header/tdb_header_logo.php on line 792

JI BO BÎRANÎNA RÊHEVALÊN GIHIŞTÎN RÊHEVALTIYA RÊBERÊ HEQÎQETÊ

Welatek, Ger Xwedî Lehengên Kû Di Berdêla Wê De Canê Xwe Jî Didin be, Xweşik Dibe û Jîn Dibe

Her şêweyek yê jiyanê xwedî berpirsyartiyên li ser mirov ferzdike ye. Her berpirsyartî, vebijêrkekî li ser mirov ferz dike. Berpirsyartî, zanîn û ferqêde bûyînê pêwîst dike. Mirovê zana li hemberî tiştên dizane xwe berpirsiyar dibîne. Heta berpirsiyartî jî vebijêrkeke, reveke, perde kêşana li ser rastiyên dîroki ye. Berpirsyartî her tim dinava lêgerînan de bûyîne, hewildana xwe gihandina ya herî başe. Hêza meşîna berbi heqîqetê ve ye. Lêdana dil ya ji bo rastiyê, çirûskên heqîqetê yên di fikir de hewildana ferzkirina qasî rokê mezin e. PKK, dergehê heqîqetê yê Serok APO’ye kû hemû berpirsyartiyên dîrokî digre ser milê xwe.  PKK, meskenê lehengên tolê ji dîrokê digrin e. Her şoreşgerek yê PKK’ê lêgerek yê heqîqetê ye. Şehîdên leheng yên PKK’ê ruhê watedayînê ne. Rêhevalên me yên şehîd şopdarên rasteqîn yê dergehê heqîqetê ne. Di jiyana me de rastiyên herî xasin. Agirê azadiyê yên em li dora wan govend digrinin. Ew, agirê me yê pîroz û PKK bûn kû me gihandî hev, kirîn yek, ruhê me nizilandî, dile me germ kirî û mejiyê me ronî kirî.

Cûdabûn heye. Cûdabûnên ji nişka ve û neyê payîn. Di şêweyê jiyana me ya rasteqîn de her tim cûdabûn hene. Roja gihiştinê(wuslat), xurûşa me ya meşîna heqîqetê ye. Rastiya rêwî kirina her mirovek xweşik kû êdî ne hatina wî/ê tofanan di mejiyê me de çêdike, ji bo dema hevdîtinê di dil de xembariya deryayek rawestayî tê jiyîn û di her demê de, dilên me dibe meskenê jiyanê yê şoreşgerên Kurdistan’ê. Bê sînoriya dem ya li her meskenê bi hestyarî tê jiyîn. Di astekî kû di her kêliyekî ya jiyanê de temenek were bicihkirin tê jiyîn. Di her peyvê de wateyek, di her fikrekî de dilopek ya heqîqetê… mesken di bêdawitiya dem de pîroz dibe. Her mirovê PKK’yî ava jiyanê ya meskenên kû di vê bêdawîtiyê de pîroz bûyî ne. PKK’yî bûn qurt bi qurt vexwarina evîn û heqîqeta jiyanê ye. Ji ber vê yekê her bostek ya Kurdistan’ê buheştek rasti ye. Her rêhevalek di xaka kû li ser têkoşayî de wateyek di berziya xwe de dihêle. Her dewsek kû li ser axê hêlayî, di dem de wekî dîrokekî şahidî dike.

Kurdistan, welatê kevnar yê mirovahîyê, Kurdistan’a kû hem agora hem jî qadeke… Welatê şer, Kurdistan… wateya warê min, evîna bi xwîna şehîdê min di herike ye. Welat, gotina dawî ya şehîdê wî ye. Welatek, ger xwedî lehengên kû di berdêla wê de canê xwe jî didin be xweşik dibe û jîn dibe.

Lehengên herî hêja yên min naskirîn li meydana egîdan ya Wan’ê kû, dergehê dawîn yê rêhevalên min têde gihiştibûn heqîqetê, bi çandina tovê têkoşîna hemû rêhevalên min yên kû li meydana Egîdan ya Wan’ê de bi lehengî jiyan kirî û xweşik şer kirî, her roj bi bawerî û biryardarîyê tîmarkirinê û bi dawî anîna soza reqabeta nîvtemam, bi derbazkirina cewherê jiyana wan ya ji dilê xwe li ser pênûsê hewil didim pêkbînim.

Wan, bajarê kû ez lê ji dayîk bûyîm û mezin bûyîm. Min her tim tû bi gola te ya mezin, kelha te ya rewneqdar û girava Extirman(Axtamar) ya kelha evîndaran nas dikirî. Lê bele min wan destên qirêj yên li xweşikbûnên te ketî û birînên bi dewsên potînên dujmin li te vekirîne qet ne di zanî. Dilê min wan êşên kûr yên li pişt xweşikbûna te hîs ne kir. Tû di bê çareyi ya keçek ciwan ya xweşik kû bi hovî êrîş li ser beden û ruhê wê dikirin de bûy. Min ev tişt gelek piştre kû tevlî têkoşîna azadiyê bûm, fam kir. Min dê pir dereng fam kiriba kû di rastiyê de welatê min ruh û bedena min rave dike. Ji fêm kirinê re hêz pêwîst dike û min wê hêza xwe ji bajarê kû min anî bû dinê û rêhevalên min yên kû min xûlûqandî bê wext spartî axa xwe de nas kir. Axa Kurdistan’ê di dîrokê de şahidiya gelek şeran kiribû. Hinek ji şerên xwe veguhestibû dem û kariye qêrîna xwe bi bihîsîne. Hinek ji şerên xwe jî bi bêdengî di dile xwe de veşartibû. Qêrîna Wan’ê bêdeng bû, lê belê berxwedana Wan’ê, ji bo dilên kû ker bûyîn bangawaziyek bû.

Wan bû Ciger, Ciger bû Wan

Wan bû Rêber, Rêber bû Wan

Wan bû Nûda, Nûda bû Wan

Wan bû Pale, Pale bû Wan

Wan bû Amed, Amed bû Wan

Wan bû Zagros, Zagros bû Wan

Wan bû Avyan, Avyan bû Wan

Wan bû Sarîna, Sarîna bû Wan

Wan bû Berxwedan, Berxwedan bû Wan

Wan bû Denîz, Denîz bû Wan

Wan bû Şiyar, Şiyar bû Wan

Wan bû Andok, Andok bû Wan

Wan bû Agir, Agir bû Wan

Wan bû Şoreş, Şoreş bû Wan

Wan bû Rêber(ciwan), Rêber bû Wan

Wan bû Zîndan, zîndan bû Wan

Wan bû Çekdar, Çekdar bû Wan

Wan bû Mahîr, Mahîr bû Wan

Wan bû Ekîn,Ekîn bû Wan

Wan bû Avesta, Avesta bû Wan

Wan bû Welat, Welat bû Wan

Wan bû Andok, Andok bû Wan

Wan bû Elîşêr, Elîşêr bû Wan

Bajarê Wan’ê, dibe kû berxwedana te rêhevaltiya Sûr’ê, Cizîr’ê, Nisêbîn’ê ne kirbe,lê belê wan berxwedêrên kû te ne kariyî di dilê xwe de veşêrî jî qasî Çiyagerê kû ji encama rewneqdar bawer dikir bi esil(dêrîn) û wêrek bûn.

 

*****************************BEŞÊ YEKEM*****************************

 

ZÊDETIRÎN SERDAN

YPS-JIN XWEBÛN Û XWEPARASTINE!

Şîdeta li ser jin û zarokan bi taybet di vê pêvajoya dawîde gihaye lûtkeya herî jor. Çavkaniya êrîşkeriya mêr...