Heta Bêhna Xwe Ya Dawiyê Em ê Şopdarê Xeta Agir Bin

Ji Bo Gelê Kurd Yê Welatparêz

Tevgera me ya azadiyê û têkoşîna me ye azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO tê meşandin bi pêvajoya şerê bajaran ya ku li bakûre...

Li Îzmîrê dû çalakiyên şewatê

Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Soro Amed di çerçoveya pêngava “dawî ji tecrît, faşîzm û dagirkeriyêre; dem dema azadiye ye” de li Îzmîrê dû çalakî...

Têkoşîna Hebûn û Azadiyê bi Xweparastinê Pêkane

   Şîdeta ku li ser jinê tê meşandin berhemê hişmendiya deshilatiye. Mejiyê mêr-dewletê ji derveyî koletiyê ti jiyan dî ji jinêre nasnake. Jina ku...

Ji Kesên Meşaleya Azadiyê Radikin re

Zagonek ya xwezayê heye û ne hêza Gilgamêşan ne ya Sûltanan ne jî ya Pêximberan kariye biguhere. Hertişt, herkes ‘ Ji dayik dibe, mezin...

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD AGIR

Nasnav: Agir (Resûl) ADAR

Nav û Paşnav: Delîl AKYÜZ

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1992/AMED-ÇINAR

Cih û Dîroka Şehadetê: 18 AVRÊL 2016/WAN

Heval Agir bi xebatên ciwanan di berxwedanê de cihê xwe digre. Hevalek kû li Gever’ê di amadekariyên berxwedanê de cih girtî û pêşengiya berxwedanê kirî bû. Ji Gever’ê derbasî Wan’ê bibû. Heval Agir refa sêyan ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Ankara’yê terikandibû. Hevalek pir kûr û girêdayî dozê bû. Pir rêxistinî bû. Divê her karê kû bikira bigihandiba rêxistiniyê. Di rewşek dijber de ne digot ev kar hatiye kirin.

Yek ji hevalên kû di aliyê ketina xefika dujmin de herî zêde bi baldarî tev digeriya bû. Roja 18’ê Avrêl’a 2016’an dema kû me xebera şehadeta wî wergirt û em pê hesiyan kû di kîjan xaniyê de bi dujmin re ketiye pevçûnê, me got kû; “Heval Agir bi çi şêweyî li wir namîne û baş dizane kû li wir nayê mayîn”. Lê belê me ev jî baş dizanî kû neçarî bû. Dema kû Şehîd Agir û kesek li kêleka wî şev derdorê demjimêr 2’an di rê de dimeşin, qala serpêhatiyên berê dikin. Sîxurek kû di rê de derbaz dibe fam dike kû ew şervanên YPS’ê ne û wan îxbar dike. Dujmin bi roj derdorê demjimêr 1’ê bi ser malê de digre. Pevçûn di qewimin, di pevçûnên li malê de 2 polîs tên kuştin. Heval Agir dibêje kesê kêleka xwe tû biçe. Heta kû ew ji malê derdikeve Şehîd Agir bi berdewamkirina pevçûnê bala dujmin hemûyê dikişîne ser xwe. Piştre jî bi gulleya xwe ya dawî xwe şehîd dixe. Dujminê kû dû windahî dayîn bi hêrs dikeve hundirê xanî û jina dû canî ya xwediyê malê jî şehîd dixe. Em piştre bi  berfirehî ji şehadeta Heval Agir agahdar bûn. Heta bêhna xwe ya dawiyê em ê şopdarê xeta Agir bin.

 

************************ BEŞÊ HEŞTEM ************************