Çarşamba, Mart 3, 2021

Dijî Bekçiyên Ku Hêza Paramîlîter Ya Faşîzma Dewletêye Çalakî Hat Kirin

Endamên me yên Tîmên Mîsîlemê yên Şehîd Soro Amed di çerçoveya ‘Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran’ de dijî hêza paramîlîter bekçî û alîkarên nokeran ya faşîzma AKP-MHP’ê  çalakiyên sabotajê kirin.

  • Roja 15’ê Cotmehê şev demjimêr 02:30’ande li Beyaz Evlera navçeya Buca Îzmîrê dijî hêza paramîlîter bekçiyan ya rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê çalakî hat kirin. Di encama çalakiya hatî kirinde 2 bekçî giran birîndarbûn.
  • Roja 16’ê Cotmehê li Mûxla Mîlasê sanayî sîtesiyê dijî atolyeya mobîlya ya kesê faşîst çalakî hat kirin. Di encama çalakiyêde atolye hat îmha kirin.
  • Roja 16’ê Cotmehê li Mûxla meheleya Faralya mevkiya Kabakê dijî xaniyên bêhnvedanê yên bidaran ku ya nokerên AKP-MHP’ê ne çalakiya şewitandinê hat kirin. Di encama çalakiyêde 6 xaniyên dar şewitîn.

Bi faşîzmêre nayê jiyankirin tenê tê li berxwedan. Riya dijî faşîzma rejîma AKP-MHP’ê ku gihaye lutkeya herî jor têkoşînkirin berxwedane. Çeteyên paramîlîter yên faşîzma AKP-MHP’ê ku mîna Hîtlerin ji her alîde êrîşî civakê dikin û dixwazin civakê bi fetisînin. Em weke hêza parastina cewherî dijî van hêzên paramîlîter yên ku faşîzma AKP-MHP bi çeteyên dijî civakê ku navê “Bekçî” li wan kiriye li her derî çalakiyên xwe berdewam bikin. Emê dijî hemû hişmendiyên faşîst û kesên destek didin wan çalakiyan bikin û bi cih anîna soza me ya tolhildanê berdewam bikin.

Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Soro Amed

17.10.2020

Son Yayınlar