Di Xweseriya Demokratîk de şaxa parastina cewherî

Tîmên Me Yên Mîsîlemê Otoparkek, 3 Weseyît û Kamyonek Şewitandin

Tîmên Mîsîlemê ya Şehîd Şirîn Kocakaya di çerçoveya 'Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran' de otoparkek, 3 wesayît û kamyonek şewitandin.

Li Bodrûmê Otelek Ya Faşîstan Hat Şewitandin

Tîmên Mîsîlemê ya Şehîd Soro Amed di çerçoveya 'Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran' de li navçeya Mûxla Bodrûmê otelek şewitandin.

Di xwezayê de tu zindiyeke ku xwe neparêze nîne. Her zindî ji bo parastina hebûna xwe bi refleksê ku nîşan dide re xwedî tedbîrên parastina eydê xwe jî ye. Di nav zindiyan de hebûna ku herî bi zanist parastina xwe ya cewherî pêk tîne jî însan e. Aliyeke dîroka însaniyetiyê jî dîroka pêşxistina parastina xwe ya cewherî ye.Herweha di hemû dîrokê de ji klanê heta kabîle û eşîretan, ji kavîm û netewan heta cemaatê olî, ji gundan heta bajaran her tim pêwîstiya parastina cewherî ya birîma her civakê çêbûye. Parastina cewherî, ji bo bertarafkirina him êrîşên ku ji derva bo hebûna wê, him jî li hemberî rastiya civaka exlakî û polîtîk xeteriyên ku di hundir de pêş bikevin re, bi qasî hewa û avê di girîngiyeke jiyanî de ye.

Parastina cewherî, îfadeya giran ya siyaseta demokratîk û polîtîkaya ewlekarî ya civaka exlakî û polîtîk e. Şaxa parastina cewherî, ji bo civakan ne tenê pêkhateyeke parastineke leşkerî ye. Bi pêkhateyên parastina nasname, pêkanîna polîtîkkirinê û pêkanîna demokratîkkirinê ve nav hev de ye. Parastina cewherî xwe disipêre civaka bi rêxistinî. Civaka rêxistinî civaka ku herî baş parastina xwe ya cewherî dike ye. Di hemû civakan de parastina cewherî ji bo parastina hebûna xwe nebe nabe ye. Rêbertiyê me vê bi navkirina “teoriya gul” ve zêdetir hiştiye ku were fêmkirin.

Di hemû dîroka xwe de gelên Kurdistanê li hemberî êrîşên ku ji derve tên ve her tim têkoşîna parastina xwe dane. Kurdan ji êrîşê hêzên îşgalcî û îstîlaciyan heta roja me ya îro li hemberî hemû cureyê îşgal û êrîşan ji bo parastina hebûna xwe di nav parastina cewherî de bûne. Di dîroka nêz de serhildanên sedsala 19. û 20. jî ruxmî hemû bêderfetî û bêrêxistiniyê jî weke parastineke cewherî pêk hatiye.

Li hemberî êrîşên înkar û îmha yê dewletê Tirk ku di hemû deman de yê ku herî acimasiz e parastina cewherî ku di 15’ê Tebaxê ya 1984’an jî di dîroka Kurdistanê de weke parastina cewherî ya herî rêxistinî, herî gorkemlî û herî pîroz di dîrokê de cihê xwe girtiye. Ji wê rojê heta vê rojê hemû tevgerên înkar-îmha û soykirimê bi parastina meşrû yê gêrîlayan ku zarokên jin û zilamên leheng û berxwedana bi rûmet ya gelê me re hatiye puskurtmekirin û bêencam hatiye hiştin.

Êrîş û tehdîdên soykirim û înkar-îmha yê li ser gelê Kurdistanê vê rojê jî bi her cureyên teknîkê û amûrên îmhayê ve berdewam dike. Ev, ji her demî zêdetir pêwîstiya asta rêxistinbûyîna parastina cewherî ya gelên Kurdistanê bi nîtelîk, bi hêz û bi bandorbûyînê aniye.

Gelê me jiyana xwe bi modela xweseriya demokratîk ve; di şaxên aborî, siyasî, çandî, leşkerî û di hemû şaxên din de rêxistin dike. Dewletê Tirk qebûlkirina statuya me a xweseriya demokratîk li aliyekî ji bo ku li ser Kurdistanê sîstemê xwe yê înkar û îmhayê berdewam bike di pêkanîna her cure tundî û zilmê de bi israr e. Li hemberî vê rewşê gelê me xwedî mafê bi rêxistinkirina parastina xwe ya cewherî di her astî de berjewendiyên Kurdistana Xweser ya Demokratîk bi awayeke herî aktîf e. Ev, bi qasî mafeke ku ji dîrokê tê ye mafeke ku ji aliyê BM û sozleşmeyên navnetewî ve jî ongorulen û hatiye qebûlkirin e.

Piştî îlankirina Kurdistana Xweser ya Demokratîk ji her demî zêdetir parastina cewherî hatiye rewşeke girîng. Dewletê Tirk heta xweseriya demokratîk nas bike, jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd qebûl bike parastina cewherî bi awayeke herî sereke jî bi awayeke rol lîstina gêrîla ve dê berdewam bike. Bêguman dema xweseriya demokratîk were qebûlkirin jî dê pêwîstiya parastina cewherî hebe. Lê belê ev parastina cewherî ji parastina cewherî ya îro cudatir dê yasal û legal bibe. Dê li hemberî êrîşên derve û herî zêde jî êrîşên ku di hundir de li hemberî civaka exlakî û polîtîk werin re pêşî bigirin bibe.

Kurdistana Xweser ya Demokratîk li gorî esasên Parastina Cewherî yê li jêrê têne sazkirin:

A-Di rewşên ku îşgalê dagirkeran berdewam bike û statuya xweseriya demokratîk neyê qebûlkirin de parastina cewherî

1-             HPG ji bo gelê Kurdistanê hêza herî rêxistinî a meşrû ya parastina cewherî ya roja me ya îro ye. Hêzên gêrîla li hemberî her cure êrîşên ji hundir û derve li hemberî berjewendiyên Kurdistana Xweser ya Demokratîk werin re weke hêza parastina fedaî ya gelê Kurdistanê berpirsiyariyên xwe bi cih tîne.

2-             HPG, li gorî hiqûqa şer û peymanên navnetewî ku taraf bûye di esasê girêdayîbûna “Yonetmelîka Kuralên ku Pêwîste di Şerê de Uymuş bibin” de parastina Kurdistana Xweser ya Demokratîk dike.

3-             HPG, parastina cewherî a Kurdistana Xweser ya Demokratîk bi taybetî di serî de gund, kasaba û bajaran û di hemû cihên yerleşimê de bi rêxistinkirina bîrlikên yerel yê girêdayî xwe dike.

4-             Hemû gelên ku li bajar, kasaba, tax û gundan de jiyan dikin li hemberî êrîşên faşîst, paşverû û soykirimci bi zanist û hişyar dibe, li kêleka bîrlikên yerel yên girêdayî HPG bêyî ku çekên bi agir esas bigirin xwe sipartina hêza xwe ya rêxistinî ve parastina xwe ya cewherî di esasê berxwedana civakî de pêk tîne.

5-             Înkarcîtî û somurgecîtî bi polîtîkayên xwe yê soykirimci û serdestiya xwe dixwaze civaka Kurdistanê bi hişbir, kumar û fuhûşê civakê bişikîne, bêrêxistin bike û bêparastin bihêle. Hêzên parastina cewherî ku xwe disipêrin hêza rêxistina gel van odakên ku gel dişikînin bêbandor dike, berteraf dike.

6-             Heta ku statuya Kurdistana Xweser ya Demokratîk neyê qebûlkirin û em bi dewletê Tirk re di nav şerê de bin, tu ciwanên Kurdistanî ji artêşa Tirk re leşkertî nake. Her ciwanên Kurdistanî ji bo parastina Kurdistana Xweser ya Demokratîk û êrîş û tehdîdên li ser berteraf bike di nav hêzên parastina meşrû de cih girtinê weke welatparêzek, berpirsiyartiya exlakî û goreva netewî qebûl dike.

7-             Di Kurdistana Xweser ya Demokratîk de bi lagvedilekirina sîstema korûcûtî ku rêxistinbûna şerê taybet e, di nav programeke diyar de di nav sîstema demokratîk de korûcûyan bi civakê re derbasî jiyaneke barişik tê pêkanîn.

8-             Parastina cewherî bi derxistina ortê ya îstîxbaratê dijmin, agê muhbîr bêbandor dike, pêşiya provokasyon û sizmayên wan yê nav saziyên Kurdistana Xweser ya Demokratîk digire.

9-             Di demên ku hebûn û azadiya Kurdistana Xweser ya Demokratîk di tehlûkeyê de be tam bi ruheke seferbertî hemû welatparêzan bi armanca parastina hebûna xwe, pêkanîna azadiya xwe û pêkanîna ewlekariya xwe ve berpirsiyartî girtin goreva welatparêztî ya herî eslî ye.

10-         Statuya Kurdistana Xweser ya Demoktatîk, heta ku ji aliyê Komara Tirkiyê ve were nasîn hêzên emniyet, polîs û artêşa Tirk ya dagirker ku di Kurdistanê de ne weke hêzên îşgal yê gayrî meşrû dê were dîtin.

11-         Di rewşa fermî nasîna Kurdistana Xweser ya Demokratîk de, bi awayeke parastina sînorên welêt û tevlî artêşê bûyîn bi rêya muzakereyê dê bigihîje çareseriyek.

12-         Li hemberî pêkhateyên bi armanca leşkerî hêzên dagirker ku hewl didin rê, baraj û hwd. çêbikin re derdikeve.

13-         Tu hêz nikare bi demografiya Kurdistanê ve bilîze. Goçên zorî, surgun û ji cihên cuda gelan anînê ve qadên yerleşimên nû vekirin sûc e. rêveberiya Kurdistana Xweser û gelên wê tucarî vê qebûl nakin. Ji bo vê têkoşînên her cure tê dayîn.

14-         Tahrîbkirina xwezaya Kurdistanê sûc e.

15-         Bi tahrîbkirina derdora dogal ve cihên yerleşimên nû vekirin û dîsa bi zorê cihên yerleşiman rakirinê re destûr naye dayîn.

B-Di rewşên qebûlkirina statuya Kurdistana Xweser ya Demokratîk de parastina cewherî

1-             Bîrlikên parastina cewherî ne weke tekelê leşkerî, li gorî pêwîstiyên ewlekariya hundir û derve yê civak di bin kontrola siki ya organên demokratîk de tê sazkirin.

2-             Bîrlikên parastina cewherî, civaka exlakî û polîtîk di esasê cudabûnan û azad ya civak de weke avaniya biryar ya wekhev, vîna siyaseta demokratîk derbasdar dihêle. Pêvajoyên azad fikirîn, nîkaşkirin û biryar girtin ji bo baş birêvebirinê dixebite. Yên ku di hundir û di derve de li hemberî têkoşîna hêzên ku vê vînê vala derdixe, asteng dike, tune dike bersiv dide û bêbandor dihêle.

3-             Avaniya komûta ya bîrlikên parastina cewherî him organên siyaseta demokratîk, him jî di denetima çifte ya uyeyên bîrlikê de ne, ger pêwîstî were dîtin bi pêşniyarên karşilikli û erêkirinê re dikare were guhertin.

4-             Di Kurdistana Xweser ya Demokratîk de pirsgirêka ewlekariya hundirîn ji aliyê rêveberiya xweser ya demokratîk ve tê çareserkirin. Hêzên ewlekarî ya hundirîn girêdayî meclîsê qadên ku lê ne berpirsiyariyên xwe tînin cih.

5-             Rêveberiya Kurdistana Xweser ya Demokratîk hemû peymanên tîcarî û aboriyên veşartî ku dewletê tirk beyî vîn û rizaya gelê Kurdistanê bigire ji nû ve ber çavan derbas dike û berjewendiyên gelê Kurdistanê esas digire. Derveyî biryarên Kurdistana Xweser ya Demokratîk li hemberî derûdorên menfeat ku yasadişi tevdigerin goreva xwe di çarçoveya yasayan de parastina cewherî dike.

6-             Derveyî destûr û yasayên rêveberiya Kurdistana Xweser ya Demokratîk weke bîreysel û organîzelî çek taşimak, li cem xwe girtin û çek rakirin(sîlahlanmak) qedexeye.

7-             Di rewşa ewlekariya can û mal yê gelê me bi afetên xwezayê re rû bi rû mayînê de li kêleka hêzên parastinê ya Kurdistana Xweser ya Demokratîk hêzên parastina sîvîl tên rêxistinkirin û dixine nav liv û tevgerê.