spot_img

Bîşeng bû fermandara jiyanê

Dema Heval Bişeng di civînan de diaxivî te digo Cizîr tevahî bêdeng bûye û li Bişeng guhdar dike. Herkes bi çavan tenê ew temaşe dikir û guhdar dikir. Di plansazîyên xwe de pir hestyar û baldar bû. Veşartî bûn jê re esas bû. Derdora xwe jî bi xwe re perwerde dikir. Ji bo valatî nede dujmin û neyên girtin bi hevalên ku pir jê bawer dikir re kom dibû û bi rêxistinî tevdigeriya. Bişeng herdem digot ku “emê bi çalakiyan dujmin bibin bixin, em rojekî jî li Kurdistanê rehetî nadin dujmin”.

Hinek heval hene tu çiqasî bixwazî bînî ziman her kêm dimîne. Tu çiqasî bixwazî hestên xwe ji bo wan bînî ziman lewaz dimîne hevalên şehîd ji bo me wisa ne.

Heval Bişeng jî ji wan hevalane. Heval Bişeng ji malbatekî welatparêze. Ji eşîra Batûyan e. Malbata Heval Bişeng her dem rastî êrîş, zext û zordarîya dujmin hatiye. Wek tevahî zarokên Cizîrê Bişeng jî zaroktayi de rastîya dujmin re rûbirû bûye. Dema tu li Cizîra Botan ji dayikbûbî tu yê bi çîrokên berxwedayinê re mezin bibî. Bişeng jî rastiya Berîvanan û berxwedanê heman demê rastiya dujmin re mezin bûye. Zarokên Cizîra Botan ji aliyê dayikan ve ji şoreşê re tên amadekirin. Bişeng jî keçikekî wisa hatî mezin kirin bû.

Min Hevala Bişeng zarokatî de naskir. Em bi hevre di heman dibistanê de bûn. Me bi hevre heman refê de xwendiye. Ji bo vê Bişenga delal ji zarokatiyê ve bigrim dest. Ji ber ku Bişeng ji zarokatiyê de destpê şer kiriye. Ango di nava lêgerînan de bû. Min û Bişeng di nava lîstokan de bi dehan car şer kiriye. Milên wê yên şerker pir pêşde bûn. Asî bûna wî nedihişt ew bin bikeve. Zîrek û jîr bû. Di temenê biçûk de xûya bû ku di nava lêgerînan de ye. Ji herkesî cudatir bû. Lê ez dikarim ku nayê bîramin min Bişeng tenê dîtiye. Herdem derdora wê de hevalên wê pir bû. Ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat hezkirin. Ango hevalên wê jî jê qut nedibûn. Mamosteyên wê jê razîbûn û di waneyên xwe de serkeftî bû. Bi demê re Bişenga delal roj bi roj xweşiktir dibû. Kezîyên wê ew qas dirêj bûn ku dema mirov ji derve didît wê nasdikir û heyran dihişt. Her hûnandî li ser milên wê disekinîyan. Çav û lêvên wê de ken kêm nedibû, bi coş û bi heyecan bû. Bişenga me di sekna xwe de her dida diiyar kirin wê rêya şoreşê bi hilbijartîya. Rabûn û runiştina wê de her diyar bû ew jinekî bi hurmet û serhildêr e. Wê koletiya zilamê desthilatdar û ya dujmin qebûl nekiriba. Ew bi vê zanebûnê tevdigerîya. Bi mezin bûna temenê me re me hîn baştir hev naskir û hevaltîya me hîn xurtir bû. Pir caran mîtîng hebûya di wê rojê de Bişeng pir bi coşe. Rûyê wê her dikeniya. Piştî dibistan diqediya yekser berê xwe dida qadan û pêşengek xurt mîna Berîvanan bû. Bişeng ji ber malbat xizan bû aboriya malbatê jî dabû ser milê xwe. Hem karê tendurustiyê, hem dibistan hem jî xebatên rêxistinî bi hevre dimeşandin. Di kar de bi jêhatî bû.

Gotinên Bişeng ji aliyên hevalên wê ve dihatin guhdar kirin û hurmetekî cuda dihat raber kirin. Pir caran bûme şahîd ku dema diketin nava civata de li hember Heval Bişeng herkes radibû û silav didan. Ez ji vê rewşê pir bandor dibûm. Bişeng dema çalakî hebûya her li wê derê bû. Her di nava kolan û taxê de xebat dimeşand. Bişeng pir caran bi ciwanan re rudinişt bi taybet bi keçên Cizîrê re niqaş dikir. Her dem di nava kolan û taxê de xebat didan meşandin. Bi vê sekna xwe Bişengê baweriya gelê Cizîrê girtibû. Me di pir çalakiyan de bi hevre cih girtiye. Dema Heval Bişeng di civînan de diaxivî te digo Cizîr tevahî bêdeng bûye û li Bişeng guhdar dike. Herkes bi çavan tenê ew temaşe dikir û guhdar dikir. Di plansazîyên xwe de pir hestyar û baldar bû. Veşartî bûn jê re esas bû. Derdora xwe jî bi xwe re perwerde dikir. Ji bo valatî nede dujmin û neyên girtin bi hevalên ku pir jê bawer dikir re kom dibû û bi rêxistinî tevdigeriya. Bişeng herdem digot ku “emê bi çalakiyan dujmin binbixin, em rojekî jî li Kurdistanê rehetî nadin dujmin”. Bi fikir û gotinên xwe yên wisa hêz dida hevalên xwe û her bi moral tevdigeriya. Çalakiyên di bin pêşengtiya Heval Bişeng de pir bi serkeftî derbas dibûn û derbên giran li neyar dixistin. Bişeng di nava ciwanan de jinekî mînak bû. Hevalên derdora wê ji xwe re mînak digirtin. Rûkenî ya Bişeng şewq dida derdor û wê bi rûkeniya xwe re rûyê herkesî dikenand.

Bê tirs û bi hêz bû. Di çavên Bişeng de her ev xuyadikir. Dema diaxivî ew qas bawerî dida ku mirov her dixwest li pey here. Milekî de jî Bişeng dema aciz dibû tu kes nasnedikir û çavên wê sor dibûn. Dema hevalek bihata girtin dixwest biçe xwe di nava dujmin de biteqîne û ji ber hatine girtin jî ji hevalên xwe re pir aciz dibû û rexne dikir. Diviya bû dîl nekevin destê neyar. Hinek mijaran de serhişk bû. Eger nehatiba îqna kirin Bişeng milekê cîhan milekê.

Bi hêrs û bi kîn bû. Çîrokên zarokatî pê re mezin bibû her dem di dilê wê de ma bûn. Bişeng her diçû xwe perwerde dikir û herkesî re jî dida hîs kirin. Her diçû di pijîya. Gotin, cil û berg, nêzîkbûnên wê her diçû diguherîn. Perwerde kesayetê wê de encam digirt. We her diçû xweşiktir dibû. Rêya xwe dîtibû û jê nederdiket. Bi tevlîbûna xwe ya xebatan û ya şerê bajêr herkes bondor kiribû. Ji ber ciwanên Cizîrê heskirinek cuda dida hevala Bîşeng. Bîşeng gula Cizîrê ya herî xweşik bû. wê hemû kolan, tax û malên Cizîrê weke navê xwe dizanî. Ji xwe Bişeng her tax û kolanêde bîranînek yê xwe hiştibû û navê xwe di dilê zarok û gelê Cizîrê, di dîwar û kevirên kolanande neqişandibû. Hemû zarokan kenê wê nasdikir, pêre dikenîya, dileyîstin û pêre sozdar bûn. Bîşeng evîndarekê mezin yê Çiyayê Cûdî bû. Got heya Çiyayê Cûdî nebînim ez ji vir koç nakim. Ew girêdayî listîkên xweyên zarokatî ma, girêdayî hevaltiya rast û bawerîyêre ma.

Ev welate bi xwîna hezaran şehîdan hatibû şûştin. Bîşeng jî li vî welatî bû dilopek ji vê xwînê. Bîşeng weke kulîlka ku serê xwe nû ji nav axê derbixe roj bi roj mezin û xweşik dibe. Ew weke kevoka li ezman bi baskbû. Wê li her darakî hêlîna xwe çêkir û xwe avakir. Di her kanîyekêde ava bihuştê vedixwar û di rûyê avêde herdem wêneyek didît ew ji bo her zarokekê ne azad hêrsa xwe her mezin dikir. Di kolanên Cizîrêde dema dibezîya soz dida zarokan.

Bîşeng di berxwedana Cizîrêde mîna Bêrîvanê destan nivîsand û ew bû fermandara jiyanê. Xezala Çiyayê Cûdî, barana Biharê, vîna jiyanê, jina berxwedanê…

Me jî dît zarokên Cizîrê di biçûk de çawa soza şoreşgertî didin. Ne li xwe axa xwe, xeyalên zarokatîya xwe îxanet nakim. Bîşeng berxwedaniya xwe kir navê xwe bi rastiya çîroka zarokatîya xwe navê wê bû evîndar. Evîndara Kurdistanê. Wê dizanî sibe jorê hezaran Bîşeng bibin şopdarê wê…

Son Yayınlar